John Kirby: Em pistgiriyê nadin normalîzekirina têkiliyên Enqere û Samê
PeyamaKurd – Rayedarê Qesra Spî John Kirby got, ew piştgiriyê nadin normalîzekirina têkiliyên Enqere û Şamê.
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîna çapemeniyê de nirxandinên li ser rojevê kir.
Rojnamegerekî wiha got: “Bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera Tirkiye û rejîma Esad de nêzîkbûnek heye. Bi dîtina we ev ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve gavek rast e? Kurd wê berdêla vê bidin?”
Kirby bal kişand ser wê yekê ku Amerîka têkiliyên xwe bi rejîma Şamê re asayî nekir û got, "Em tu dewlet-netew han nadin ku têkiliyên xwe bi rêjîma Esed re asayî bikin."
John Kirby got, "Em ê bibînin ku ev danûstandin ber bi ku ve diçin û ji wê çi derdikeve." "Ez naxwazim ji cihê ku niha lê ne derkevim, lê helbet em piştgiriya asayîkirina peywendiyan bi Esed re nakin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin