Daxuyaniya Refahê ji Qesra Spî: Em pistgiriyê nadin
PeyamaKurd – Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî John Kirby ragihand ku Amerîka ji destpêkê ve piştgirî nedaye êrîşa bejayî ya Îsraîlê ya li ser Refahê û helwesta wan îro jî derbasdar e.
Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Kirby di civîna xwe ya çapemeniyê ya rojane de helwesta Amerîkayê ya li hember êrîşa bejayî ya Îsraîlê ya li ser Refahê nirxand.
Kirby da zanîn ku haya wan ji nûçeyên ku dibêjin Îsraîl amadekariya êrîşa bejayî ya li ser Refahê dike, bêyî ku bi Hamasê re agirbest pêk were, haydar in, lê ew nikare li ser navê artêşa Îsraîlê biaxive û ev biryar ya Îsraîlê ye.
Kirby got, "Çawa ku em her tim lihevhatin û wek ku Serok di hevdîtina xwe ya vê sibê de bi (Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu) re bi heman awayî diyar kir, em piştgiriyê nadin êrîşên bejayî yên li Refahê."
Kirby diyar kir ku wan gelek caran fikarên xwe yên derbarê Refahê de ji aliyê Îsraîlê re eşkere kirine û diyar kir ku operasyona bejahî ya li dijî vê herêma ku zêdetirî 1,5 milyon sivîlên Filistînî lê penaber bûne, wê jiyana gelek sivîlan bikeve xeterê û ew naxwazin vî tiştî bibînin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden danê sibê di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, careke din nêrîna xwe ya eşkere diyar kir ku divê di şert û mercên niha de Îsraîl êrîşî Refahê neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin