Îsraîl: Em îdareya deriyê Refahê nadin rêveberiya Filîstînê

22 January 2025 20:01 0 dîtin
Îsraîl: Em îdareya deriyê Refahê nadin rêveberiya Filîstînê

PeyamaKurd – Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê li ser îdiayên ku ji bo deriyê sînor ê Refahê yê navbera Filîstîn-Misrê de lihevkirin çêbûye daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew îdiayên lihevkirina ser deriyên Refahê bo radestkirina rêveberiya Filîstînê nerast in û hate diyarkirin, bêyî erêkirina Îstixbarata Hûndirîn Şîn Betê destûr bo derbasbûna ti kesekî nayê dayîn.

Herwiha hate gotin ku niha rêveberiya Filîstînê ji bo vîzeyên derketinê xwedî rolekê ye, lê artêşa Îsraîlê li wir hatiye bicihkirin û beyî destûra wan çûnûhatin nayê kirin.