Îsraîl li Refahê du xal kirin hedef
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku li bajarê Refahê yê li başûrê Şerîda Xezzeyê 2 hedef hatin bombebarankirin.
Artêşê roja Duşemê 24ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, cihê du cihên avêtina moşekan ên ku di êrişên ser hêzên artêşa Îsraîlê de hatine bikaranîn, hatine destnîşankirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku xalên ku bi berfirehî hatine tespîtkirin hatine hedefkirin û hatine îmhakirin.
Peymana agirbestê û pevguhertina girtiyan di navbera Hamas û Îsraîlê de roja Yekşemê 19ê Çile ket meriyetê.
Di çarçoveya rêkeftinê de roja Duşemê 27ê Çile Korîdora Netzarîm ji bo Filistîniyên li Şerîda Xezzeyê hat vekirin ku ji başûr derbasî bakur bibin û artêşa Îsraîlê jî di 9ê Sibatê de ji korîdora Netzarimê vekişiya.
Deriyê Sînor ê Refahê yê di navbera Şerîda Xezzeyê û Misrê de ji bo rakirina nexweş û birîndaran piştî 8 meh dagirkirina artêşa Îsraîlê di 1ê Sibatê de hatibû vekirin.
Di 5 dewreyên ewil ên pevguhertina girtiyan de 766 girtiyên Filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de û 16 girtiyên Îsraîlî û 5 girtiyên Taylandî yên li Xezzeyê hatin berdan.
Li gorî peymana agirbestê ku wê ji sê qonaxan pêk were, tê payîn ku di qonaxa ewil a 42 rojan de bi giştî hezar û 900 girtiyên Filistînî û 33 girtiyên Îsraîlî bên berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin