Îsraîl hêrisên xwe yên Refahê zêde kir: 300 hezar Filistînî koç kirin

13 May 2024 09:52 0 dîtin
Îsraîl hêrisên xwe yên Refahê zêde kir: 300 hezar Filistînî koç kirin

PeyamaKurd – Îsraîlê ji aliyekî ve hêrişên xwe yên li dijî başûrê Xezzeyê zêde diker, ji aliyê din ve jî hewl dide bi deh hezaran Filistîniyên din ên li rojhilatê Refahê cihên xwe biterikînin.

Li Xezzeyê, bi belavokên ku ji hewayê ve hatine avêtin û bi daxuyaniyên ser medyaya civakî ve Îsraîl, ji niştecihên taxên rojhilatê bajar re ferman radigihîne ku biçin El-Mawasiya devera beravê ya teng ku Îsraîl ji vê herêmê re destûr dide ku alîkariyên mirovî yên berfireh derbazî wê derê bibe.

Bi fermana berê ya Îsraîlê ya valakirina taxên rojhilatê Refahê, ev herêm bûbû bajarekî tirsnak.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 300 hezar Filistînî bajar terikandine.

Tevî hişyariyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û hevalbendên wê ku gazina; “operasyona bejayî wê bibe sedema komkujiyeke mezin a sivîlan û wê qeyrana mirovî derxe holê” Îsraîl dupat kir ku ew ê operasyonên plankirî yên li dijî Refahê bidomînin.

Serokê DYA Joe Biden di daxuyaniya xwe ya roja şemiyê de got ku eger Hamas dîlên Îsraîlî serbest berde, wê roja din ji bo Xezzeyê agirbest pêk bê.

Biden got, "Îsraîlê got ku ev girêdayî Hemasê ye, eger ew bixwazin em dikarin sibe dawî li operasyonê bînin û agirbestê pêk bînin."