Krîza Îsraîl-Lubnan: Zêdeyî 30 hezar kes çûn Sûriyê

28 September 2024 09:35 0 dîtin
Krîza Îsraîl-Lubnan: Zêdeyî 30 hezar kes çûn Sûriyê

PeyamaKurd – Çavkaniyên fermî li Sûriyê diyar kirin ku zêdetirî 50 hezar Sûriyeyî û Lubnanî ku piraniya wan Sûriyeyî ne, ji deriyên sînorî derbasî Sûriyê bûne da ku ji êrîşên esmanî yên Îsraîlê rizgar bibin.

"Zêdetirî 42,000 kes, di nav wan de bêtirî 31,000 Sûrî û 11,000 Lubnanî, ketine deriyê sînorî yê Zemranî li gundewarê bakurê rojavayê Şamê," cîgirê parêzgarê gundewarê Şamê Cassim el-Hamud got ku “hejmara hatinan bi awayekî berçav zêde dibe.”

Desthilatdarên Lubnanî li Beyrûtê doh ragihandin ku wan zêdetirî 31 hezar kesên ku derbasî Sûriyê bûne nas kirine û zêdetirî nîvê wan Lubnanî ne.

Yekîneya Rêvebiriya Rîska Afatan a Hikûmeta Lubnanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Di du rojên dawî de Asayîşa Giştî derbasbûna 15 hezar û 600 welatiyên Sûriyê û 16 hezar û 130 welatiyên Lubnanî derbasî nav axa Sûriyê kirine.”