Lîwayên Îzzeddîn el-Qessam û Hemasê hêrisî hêzên Îsraîlê yên deriyê Refahê kirin

13 May 2024 14:19 0 dîtin
Lîwayên Îzzeddîn el-Qessam û Hemasê hêrisî hêzên Îsraîlê yên deriyê Refahê kirin

PeyamaKurd - Lîwayên Îzzeddîn el-Qessam û baskê leşkerî yê Hemasê bi daxuyaniyekê ragihandin ku bi hevkariya baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Quds Seriyê, hêzên wan hêrişekê li dijî hêzên Israîlê yên ku li aliyê Filistînê Deriyê Sînorî yê Refahê girtine pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hate angaştin ku hêrişa hevbeş a Lîwayên Îzzeddîn el-Qessam û baskê leşkerî yê Hemasê bi bi topên hawanê yên giran pêk hatiye, lê belê di derbarê wundahiyên Îsraîlê de ti agahî nehate parvekirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Cîhanî ya Erebî (AWP), di daxuyaniya ku bi rêya Telegramê hate parvekirin de hate gotin ku “Mucahidên El-Qessam û Mucahidên Quds Seriyê, bi topên hewanê yên giran li hêzên Îsraîlê yên ku deriyê sînor digirin xistin.”

Tûgayên Qassamê jî ragihandibûn ku hêzên wan li Deriyê Sînorî yê Refahê bi topên hawanê hêrişê hêzên Îsraîlê kirine û ziyanê dane maşînên zirxî yên artêşa Îsraîlê.

Ev hêriş, ji roja sêşemê ku artêşa Îsraîlê di çarçoveya operasyoneke leşkerî de deriyê sînorî yê aliyê Filistînê girt, yekem hêrişa ku li dijî hêzên Îsraîlê yên li deriyê sînorî bi cih bûne pêk hatiye.