El Qessam bi gellek roketên mezin hêrisî Tel Avîvê kir
Peyama Kurd - Hate ragihandin ku baskê leşkerî yê Hemasê Tugayên Îzzedîn el Qessamê, bi gellek roketên mezin li dijî paytexta Îsraîlê Tel Avîvê hêrişeke mezin pêk aniye.
Li gor rojnameya Îsraîlê The Jerusalem Postê, Hemasê ji Refaha Xêza Xezzayê bi gellek roketên mezin avêtiye Tel Avîvê. Rojnameyê diyar kir ku ev hêriş, hêrişa herî mezin a barandina roketan a ku ji aliyê Hemasê ve li dijî Îsraîlê hatiye kirin.
Radyoya Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêriş ji devera Refayê ya Xêza Xezzeyê hatiye kirin û da zanîn ku baregeheke bataryaya van roketan ku hêriş lê hatiye kirin bi çend sed metreyan dûrî baregeha leşkerî ya artêşa Îsraîlê bûye.
Radyoyê da zanîn ku hêzên rizgarkirinê, li deverên ku roket lê ketine dest bi lêgerînên destnîşankirina ziyana malî û canî kirine.
Hem artêş û hem jî polêsê Îsraîlê dan zanîn ku ti ziyaneke canî çênebûye, tenê li Herzliyayê şarapnêlek li otomobêleke parkkirî ketiye û kesek bi sivikî birîndar bûye.
Dengê bilind ê roketan, li gel Tel Avîvê, li Petah Tîkva, Herzliya û Ramat Haşaronê jî hate bihîstin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin