Roketên Hizbullaha Lubnanê bûn sedema sewateke mezin li bajarên sînorî yên Îsraîlê

04 June 2024 18:53 0 dîtin
Roketên Hizbullaha Lubnanê bûn sedema sewateke mezin li bajarên sînorî yên Îsraîlê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku roketên ji aliyê Hizbullaha Lubnanê ve bi ser Îsraîlê de hatine avêtin bûne sedema şewateke mezin li herêmeke berfireh.

Medya Îsraîlê ragihand ku 6 karkerên agirkujiyê di dema xebata kontrolkirina şewatên li deverên niştecihbûnê yên li herêma Kiryat Şîmona ya Celîlê Jorîn a li bakurê welat birîndar bûne.

Hate ragihandin ku Îsraîl ji ber ku tîmên vemirandina agir têrê nakin, daxwaza tîmên teqwiye yên vemirandina agir kiriye.

Polîsan diyar kiriye ku wan rêyên ku diçin qada şewatê girtine û hişyarî dane ku xelkê deverê malên xwe vala bikin.

Heta niha gelek Îsraîlîyên li bajarên nêzî sînor dijî, ji ber zêdebûna nakokiyên di navbera Hizbullah û Îsraîlê de berê malên xwe vala kirine.