Ji Hizbullaha Lubnanê daxuyaniya Sûriyê
PeyamaKurd – Piştî pêşveçûna komên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên HTŞ serkêşiya wan dike ber bi Şamê ve, Hizbullaha Lubnanê li ser piştevaniya xwe ya bo rejîma Sûriyê daxuyanî da.
Sekreterê giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim ragihand ku ew dê li ser piştgiriya rêjîma Sûriyê ji bo têkbirina planên komên opozîsyonê, berdewam bin.
Neîm Qasim gotiye, “Hizbullah dê ji bo têkbirina vê êrîşê pişgiriya Sûriyê bike.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, bi serkêşiya Desteya Tehrîr El-Şam, piştî girtina Helebê bajarê Hema û Humsê jî xistin kontrola xwe û niha ber bi Şamê ve bipêşve diçin.
Hizbullaha ku Îran piştevaniya wê dike jî ji sala 2013an ve li nav erda Sûriyê piştevaniya rejîmê dike û hîn jî milîsan wan li Sûriyê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin