Fermandarekî Hizbullaha Lubnanê li Sûriyê hat kustin

27 June 2021 12:00 0 dîtin
Fermandarekî Hizbullaha Lubnanê li Sûriyê hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Sûriyê fermandarekî milîsên Hizbullah a Lubnanê yê kar ji bo berjewendiyên Hêza Quds a Îranê dikir, hat kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, fermandarê Hizbullaha Lubnanê Arif Cehmanî yê li bajarê Dera ya li başûrê Sûriyê hate kuştin.

Hat diyarkirin ku Arif Cehmanî li bajarokê Seyda yê li rojhilatê Dera bi destê çekdarên nehatine nasîn hatiye kuştin.

Hizbullaha Lubnanê ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê yê ji Adara 2011ê dest pê kiriye ve, bi piştevaniya Hêza Quds a Îranê alîkariya rejîma Sûriyê dike û li dijî grubên çekdar ên opozîsyona Sûrîyê şer dike.