Hizbullaha Lubnanê: Divê Rojavayê Kurdistanê bikeve bin desthilata hikûmeta Sûriyê
PeyamaKurd – Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah, di gotarareke xwe de, tekezî li ser kontrolkirina hemû axa Sûriyê ji aliyê hikûmeta Şamê ve kir û da zanîn, divê Rojavayê Kurdistanê bikeve bin desthilata hikûmeta Sûriyê.
Hesen Nesrullah îro Pêncşemê 19ê Tebaxê destnîşan kir: “Divê navçeyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê bikeve bin desthilata hikûmeta Sûriyê.”
Nesrullah rexne li hebûna hêzên Amerîkayê di nav axa Sûriyê de girt û eşkere kir: “Amerîkî ji bo parçekirina Sûriyê li wî welatî ne.”
Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê eşkere kir: “Amerîkî petrola Sûriyê didizin û ber bi Iraqê ve dibin.”
Hesen Nesrullah daxwaza vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraq û Sûriyê kir û diyar kir, “Hêzên dagîrker divê ji navçeyê vekişin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin