Amerîka: Êrîs ji aliyê Hizbullaha Lubnanê ve hatiye kirin, divê her kes sermezar bike

29 July 2024 18:26 0 dîtin
Amerîka: Êrîs ji aliyê Hizbullaha Lubnanê ve hatiye kirin, divê her kes sermezar bike

PeyamaKurd – Koşka Spî li ser êrîşa moşekî ya ser qada futbolê ya bajaroka Mecel Şemş a Girên Golanê ku 11 kes hatibûn kuştin û 24 jî birîndar bûbûn daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Şêwirmendê Konseya Ewlehiya Netewî ya Koşka Spî Adrienne Watson ve hatiye dayîn de, tevî ku Hizbullah red dike ew êrîş ji aliyê wan ve hatiye kirin, tê gotin ku êrîş ji aliyê Hizbullahê ve hatiye kirin û pêwîste her kes şermezar bike.

Watson diyar kir, “Ev êrîş ji aliyê Hizbullaha Lubnanê ve hate kirin. Ev roketa wan bû û ji herêmeke bin kontrola wan hate avêtin. Divê her kes vê êrîşê şermezar bike.”

Herwiha hate destnîşankirin ku dê Amerîka piştevaniya xwe ya bihêz bo Îsraîlê bidomîne û hevdem ji bo Xeta Şîn jî hewla çaresariya dîplomatîk bide.

Hêjayî gotinê ye, di daxuyaniya rojek berê ya Amerîkayê de êrîş hatibû şermezarkirin lê nehatibû diyarkirin bê ji aliyê çi hêzê ve hatiye encamdan.