Wezîrê Îsraîlî: Em ê êrîsên ser Hizbullaha Lubnanê zêdetir bikin
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant got ku ew dê êrîşên ser Hizbullaha Lubnanê hîn zêdetir bikin.
Gallant, li bajarê Safed ê Bakurê Îsraîlê di daxuyaniyeke vîdyoyî de ragihand, hêzên wan di hefteyên dawî de bi tundî li Hizbullahê xistine û got, ew dê êrîşên xwe hîn zêdetir bikin.
Wezîrê Îsraîlî herwiha da zanîn ku ew bi biryarin welatiyên bakur ên ji cih û warên xwe bûne vegerînin.
Hêjayî gotinê ye, di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ji 8ê Cotmeha 2023yan ve şerekî bi kontrol tê kirin ku di çend rojên borî de Îsraîlê bi balafirên şer êrîşên berfireh li nav Lubnanê dane destpêkirin. Li gorî rayedarên Lubnanî, di êrîşên asmanî de heta niha 748 kes mirine û nêzî 150 hezar kes jî koçber bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin