Fermandarekî pilebilind û 5 leskerên din ên Sûriyê hatin kustin

03 October 2021 17:58 0 dîtin
Fermandarekî pilebilind û 5 leskerên din ên Sûriyê hatin kustin

PeyamaKurd - Li navçeya Belasê ya li rojhilatê parêzgeha Hema ya Sûriyê, di kemîneke çekdarên DAIŞê de, fermandarekî Firqeya 4 ligel 5 leşkeran hatin kuştin û 11 leşkerên din jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, li navçeya Belasê ya li rojhilatê Hemayê, kolonelekî artêşa Sûriyê yê Firqeya 4an ligel 5 leşkeran di kemîneke çekdarên DAIŞê de hatine kuştin û 11 leşker jî birîndar bûne.

SOHRê daye xuyakirin, kolonelê kuştî fermandarekî sereke bû li Firokexaneya Serbazî ya Kuwêris, ku gelek operasyon dijî komên opozisyonê li rojavayê Helebê kiribûn.

Herwiha SOHRê diyar kiriye, ji 24ê Adara 2019an û heta niha, li Badiyeya Sûriyê ku sînorên 6 parêzgehên Sûriyê li xwe digire, çekdarên DAIŞê 1570 serbazên Sûrî, 153 çekdarên ser bi Îranê û nêzî 50 sivîlên Sûrî kuştine. Dîsa li heman navçeyê 1059 çekdarên DAIŞê bi destê hêzên Sûriyê û balafirên Rûsyayê hatine kuştin.