Sam: Di êrîsên Îsraîlê de 4 leskerên Sûriyê hatin kustin
PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA ragihand, Îsraîlê danê sibehê saet di 06:30 de êrîşeke hewayî pêk aniye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin, di encama êrîşê de 4 leşker mirine û leşkerek jî birîndar bûye, her wiha ziyanên madî jî hene.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ev êrîş piştrast kir û got, Îsraîl komên alîgirên Îranê li Hums û Hemayê kirine armanc.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Rewangehê ve hat dayîn de hat diyarkirin, çeperên çek û cebilxaneyên van koman tê de bûn hatine derbkirin. Hat diyarkirin ku Îsraîlê li Lazkiyeyê jî çeperên parastina hewayî yên hikûmeta Sûriyeyê xist.
Derbarê êrîşê de tu daxuyanî ji artêşa Îsraîlê nehat.
Îsraîl heta niha bi sedan êrîşên esmanî li ser axa Sûriyê ku şerê navxweyî di sala 2011an de destpê kiribû pêk anîne. Di van êrîşan de, çeperên her du hikûmetan, hêzên bi piştgiriya Îranê û endamên Hizbullahê hatin hedefgirtin.
Di dawiya meha cotmehê de, 4 kesên alîgirên Îranê di êrîşên Îsraîlê de li ser çeperên nêzîkî Şamê hatin kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin