Bi êrîsên Îsraîlê li Sûriyê 60 milîsên Îranê hatin kustin

28 July 2020 20:43 0 dîtin
Bi êrîsên Îsraîlê li Sûriyê 60 milîsên Îranê hatin kustin

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşên hêzên asmanî yên Îsraîlê de di navbera mehên Gulan û Hezîrana 2020an de, bi dehan milîsên Îranî hatine kuştin.

Li gorî SOHRê di encama 10 êrîşên asmanî yên balafirên Îsraîlê bi ser bingehên hêzên îranî yên li herêmên Kuneytra, Dera, Hums, Heleb, Dêrazor, Hema, Şam û gundewarên wan herêman de, 60 milîsên îranî hatine kuştin û hejmareke zêde cebilxane û ambarên çekan jî hatine ruxandin.

Çavdêriyê ragihandiye ku bîlançoya han ya êrîşên balafirên Îsraîlê yên di mehên Gulan û Hezîranê de pêk hatine ye.