Îsraîlê embarên milîsên Îranê yên li Sûriyê bombebaran kir
PeyamaKurd – Embarên milîsên Îranê yên li Sûriyê, ji aliyê balefirên şer ên Îsraîlê ve, hatin bombebarankirin.
Balefirên şer ên Îsraîlê, şeva borî çend navçeyên nêzîkî balefirgeha Şamê bombebaran kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova ragihand û got, ku du cîhên hatine bombebarankirin, embarên çek ên milîsên ser bi Îranê ne.
Çapemeniya rejîma Sûriyê jî diyar kir, sîstema berevaniyê ya artêşa Sûriyê, bersiva bombebaranê daye.
Îran ji destpêka şerê navxwe yê Sûriyê bi şandina çek û milîsan ve li dijî komên opozîsyonê piştevaniya rejîma Sûriyê dike û Îsraîl jî bi berdewamî, binkeyên wan milîsan bombebaran dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin