Di êrîs û teqînê de hejmarek leskerên Sûriyê hatin kustin
PeyamaKurd – Di encama êrîşeke çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê de, li parêzgeha Dêrazorê hejmarek leşkerên rejîma Sûriyê hatin kuştin. Herwiha di encama teqîna mayînekê de jî 3 leşkerên pasevanên fermandarekî hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, çekdarên DAIŞê li Dêrazorê êrîşî binkeyeke leşkerî ya hêzên artêşa Sûriyê kir û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
Herwiha li çiyayê El-Omer ê rojhilatê Hûimsê jî mayînek bi wesayîteke fermandarekî artêşa Sûriyê de teqiya û tevî birîndarbûna wî fermandarî 3 pasevanên wî jî mirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin