Îsraîlê Deriyê Sînor ê Refahê bi dest xist

07 May 2024 11:31 0 dîtin
Îsraîlê Deriyê Sînor ê Refahê bi dest xist

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan aliyê Filistînê yê Deriyê Sînor ê Refahê bi dest xistiye.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hêzên wan danê sibê li aliyê Filistînê yê Deriyê Sînor ê Refahê bi dest xistin.

Hate hînbûn ku artêşa Îsraîlê têkiliya di navbera Deriyê Sînor ê Refahê ku alîkariyên mirovî ji aliyê xwe ve derbasî Şerîda Xezzeyê dibe û rêya Selahedîn a li rojhilatê bajêr birî.

Îsraîl şeva borî êrişeke hewayî bir ser bajarê Refahê li başûrê Şerîda Xezzeyê.