Deriyê Refahê yê sînorê Xeza û Misrê vekirin

01 February 2025 17:35 0 dîtin
Deriyê Refahê yê sînorê Xeza û Misrê vekirin

PeyamaKurd – Deriyê Refahê yê di navbera Misrê û Xezayê de piştî 8 mehan vebû. Wezareta karên tenduristiyê ya Fîlîstînê ragihand ku di serî de 50 nexweşên Fîlîstînî di deriyê Refahê de çûne Misrê.

Deriyê Refahê ji bo Şerîda Xezayê tekane deriye ku têkiliya Xezayiyan bi dinya derve re datîne. Niha destpêkirin ku di derî de kesên nexweşînên wan yên kronik û nexweşên piraniya wan seretane, li ser sedyan dibin ambûlansan da wan bigihînin nexweşxanên Misrê.

Wezareta tenduristiyê ya Fîlîstînê ragihand ku bi qefla 50 nexweşên Fîlîstînî re 61 kes refaqeta wan dikin.