Pêskeftina nû li deriyê sînorî yê Refahê! Daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê!
PeyamaKurd – Pevçûna Îsraîl û Hamasê ket roja xwe ya 15emîn. Kuştiyên Filistînê 4 hezar derbas kir. Hejmara Îsraîliyên jiyana xwe ji dest dane jî hezar û 400 derbas kir.
Piştî ku Îsraîlê ji bo operasyona bejahî ya li Gazzeyê peyama “em amade ne” da, çavê hemûyan ber bi Rojhilata Navîn ve zivirî.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê daxuyand, agahî ji wan re hatiye ku deriyê sînor ê Gazze-Misrê wê saet di 10ê sibê de bê vekirin.
Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, baskê çekdar ê Hamasê ragihand, wan 2 girtiyên Amerîkî bi hincetên mirovahî li hember hewldanên Qeterê berdan.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Balyozxaneya Amerîka ya li Îsraîlê ve hat dayîn de ev daxuyanî hatin dayîn: "Em hatin agahdarkirin ku wê di saet 10.00an de Derîyê Sînor ê Refahê yê di navbera Gazze û Misirê de bê vekirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin