Ji rejîma Sûriyê daxuyaniya vekirina deriyê sînorî yê 'Nisêbîn-Qamislo'...
PeyamaKurd - Parêzgarê Hesekê yê rejîma Sûriyê Orgeneral Xesan Helîm Xelîl li ser gotegotên vekirina deriyên navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê yê Nisêbîn û Qamişlo ragihand ku ti xebatek ji bo vekirina wî deriyî nîne.
Parêzgarê Hesekê ji rojnameya El-Weten a girêdayî rejîma Sûrî re gotiye: “Vekirina wî deriyê sînor tenê bi rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyê û hikûmeta Tirkiyê de çêdibe.”
Herwiha daye xuyakirin, niha ji bo vekirina derî tu rêkeftinek di navbera wan û hikûmeta Tirkiyê de çênebûye û mijarek wisa di rojeva hikûmeta Sûriyê de tune ye.
Xesan Xelîl li ser mijara vekirina derî daye zanîn ku dergehê sînorî yê Qamişlo di bin destê hikûmetê de ye, lê piştî sînor dever di bin kontrola HSDê de ye.
Parêzgarê Hesekê herwiha gotiye: “Pêwendiyek di navbera girtina deriyê Sêmalka yê neqanûnî û vekirina deriyê Nisêbînê û Tirkiyê de hebû û ew peywendî ne dirust e, ji ber Sêmalka ne qanûnî ye û di navbera herêma Bakurê Iraqê û navçeyên Cizîra Sûriyê li ser Çemê Dicleyê hatiye vekirin, di demekê de ku deriyê sînorî yê Nisêbînê deriyekî qanûnî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ye.”
Hêjayî gotinê ye, berî çend rojan nûçeyek hatibû belavkirin ku amadekariya vekirina deriyê Qamişlo-Nisêbînê tê kirin û dahata wê jî dê di navbera Hikûmeta Sûriyê - Tirkiyê û HSD de were parvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin