Ji Yekîtiya Ewropa daxuyaniya hilbijartinên rejîma Sûriyê…

27 May 2021 15:02 0 dîtin
Ji Yekîtiya Ewropa daxuyaniya hilbijartinên rejîma Sûriyê…

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Amerîka, Brîtanya, Îtalya, Fransa û Almanyayê Nûnerê Polîtîkayên Bilind ê Ewlekarî û Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell jî derbarê hilbijartinên seroktiyê yên rejîma Sûriyê de ku doh 26ê Gulanê hatin lidarxistin helwest nîşan da.

Borrell hilbijartinên rejîma Esed wekî hilweşandina hewldanên navdewletî yên bo çareseriya krîza Sûriyê nirxand û got, "Hilbijartin tênê di rewşeke bêalî, aram û bi beşdariya hemû sûriyan welatiyên penaber bûne jî di nav de ku reqabeta siyasî ya dadwerane hebe dikare bi ewle bibe.”

Borrell bal kişand ser biryara jimar 2255 a nexşerêya çareserkirina krîza Sûriyê bi rêya siyasî û diyar kir, "Ev hilbijartin bi civaka navdewletî re asayîbûnê dabîn nake.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û partiyên ENKSê beşdarî li hilbijartinên rejîma Sûriyê nekirin û ragihandin ku ew îtirafê pê nakin.