Yekîtiya Ewropa pêswazî li encamdana hilbijartinên Kurdistanê kir

21 October 2024 18:05 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa pêswazî li encamdana hilbijartinên Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Misyona Yekîtiya Ewropa ya Iraqê (EUAM) kêfxweşiya xwe bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nîşan da û banga damezrandina hikûmeteke bi beşdariya hemû aliyên siyasî kir.

Di daxuyaniya EUAMê de hatiye gotin, "Yekîtiya Ewropa, encamdana hilbijartinên parlamentoyê ku zêdetirî 2 salan hatibûn paşxistin û 20ê Cotmehê hatin kirin, bi kêfxweşî pêşwazî dike. Hilbijartin kilîla îradeya siyasî ya hemwelatiyan e.”

Hate diyarkirin ku pêwendiyên baş ên YE û Herêma Kurdistanê hene û bangewazî hate kirin ku di demeke nêzîk de Parlamentoya Kurdistanê dest bi xebatên xwe bike.

Herwiha bang li hemû aliyên siyasî jî hate kirin ku di çarçoveya berjewendiyên Kurdistan û Iraqê, yekîtî û îstiqrarê de hikûmeteke nû ava bikin.