Yekîtiya Ewropa û Amerîka jî tê de, nûnertiyên 13 welatan ji bo hilbijartinên Kurdistanê daxuyanî dan

16 May 2023 18:24 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa û Amerîka jî tê de, nûnertiyên 13 welatan ji bo hilbijartinên Kurdistanê daxuyanî dan

PeyamaKurd - Konsulxaneyên giştî û nûnertiyên dîplomasîk ên Yekîtiya Ewropayê û 12 welatên cîhanê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, derbarê encamdana hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de daxuyanîyeke hevpar belav kirin.

Di daxuyaniya ku îro 16ê Gulanê hatiye belavkirin de, ji Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat xwestin, hemû gavên pêwîst biavêjin, da ku hilbijartin bêyî paşxistin werin encamdan.

Di daxuyaniya hevpar de, konsulxaneyên giştî û nûnertiyên dîplomasiyê yên Brîtanya, Amerîka, Almanya, Holanda, Kanada, Yekîtiya Ewropayê, Fransa, Çekya, Yûnanistan, Îtalya, Bulgaristan, Polanda û Romanya cî digirin.

 Di daxuyaniyê de, destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê û xelkê Herêma Kurdistanê tê kirin, "ji ber pabendbûna wan a berdewam bo bingeh û nirxên demokrasiyê û pêşwazîkirina li ruhê nûbûna hevkariya navbera aliyan".

Daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hat kirin ku hemû gavên pêwîst biavêjin, da ku hilbijartin bêyî paşxistin werin encamdan.

Konsulxaneyên giştî û nûnertiyên dîplomasiyê yên Yekîtiya Ewropayê û 12 welatên cîhanê, girîngiya hilbijartinên azad û dadperwerane anîn ziman û gotin, “Em daxwazê ji hemû aliyên pêwendîdar û aliyên siyasî û hemû aliyên din ên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê dikin ku bi awayekî hevbeş kar bikin û ji wan astengiyên ku mane derbas bibin ji bo encamdana proseya hilbijartinan.”

Herwiha hat destnîşankirin ku divê encamdana hilbijartinan were garantîkirin û pabend be bi pîvanên navdewletî û mafên hemû welatiyan biparêze, ji wan jî; jin û kêmnetew, ji bo beşdarbûna di proseya demokrasiyê de.

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyanîya konsulxaneyên giştî û nûnertiyên dîplomasiyê yên Yekîtiya Ewropayê û 12 welatên cîhanê yên li Herêma Kurdistanê, piştî civîna îro Sêşemê ya polîtburoyên PDK û YNKê hat dayîn ku PDK û YNKê ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tekezî li ser bilezkirina gavên yasayî û siyasî kirin.