Ji Yekîtiya Ewropa çiraya kesk bo endamtiya du welatan!

08 November 2023 21:11 0 dîtin
Ji Yekîtiya Ewropa çiraya kesk bo endamtiya du welatan!

PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) pêşniyar kir ku bi herdu welatên Ukrayna û Moldova re, gotûbêjên endamtiyê werin destpêkirin.

Serokê Komîsyona YE Ursula von der Leyen li Brukselê ragihand, "Îro rojeke dîrokî ye, çimkî Komîsyona Ewropa ji Konseya Ewropa re pêşniyara vekirina gotûbêjên endamtiyê bo Ukrayna û Moldovayê dike.”

Von der Leyen, da zanîn ku Komîsyona YEyê ji bo Gurcistanê jî pêşniyara statuya endamtiyê kiriye.

Hêjayî gotinê ye, ew welat piştî ku erkên xwe yên di warê gendelî, çaksazî û standardên din ên YEyê yên wekî misogeriya mafên kêmîneyan û guhertina hin yasayên di wê çarçoveyê de, bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê hatine pêşniyarkirin.