Koska Spî ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropa pistgirî da Erdogan

10 July 2023 19:31 0 dîtin
Koska Spî ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropa pistgirî da Erdogan

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên îro 10ê Tîrmehê li ser mercê endamtiya Swêdê bo NATOyê ku gotibû, “Pêşiya Tirkiyeyê ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê vekin, em ê jî pêşiya Swêdê bo endamtiya NATOyê vekin” Koşka Spî daxuyanî da.

Di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye gotin, “Amerîka piştgiriyê dide daxwazkariya Tirkiyê ya bo endamtiya YEyê û dê ev piştgirî dewam bike.”

Erdogan ji bo beşdarî Lutkeya NATO ya 11-12ê Tîrmehê bibe li paytexta Lîtvanya ye ku li ser medya civakî beriya civîna ligel serokwezîrê Swêdê daxuyanî dan.

Erdogan dibêje ku Tirkiye zêdetirî 50 sal in li ber deriyê YE hatiye sekinandin û vê bangê dike: “Pêşî werin pêşiya Tirkiyeyê ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê vekin, em ê jî pêşiya Swêdê bo endamtiya NATOyê vekin.”

Koşka Spî di daxuyaniya piştgiriya banga Erdogan de gotiye, her çiqas Amerîka piştgiriya Tirkiyê bo endamtiya Yekîtiya Ewropa dike jî ew meseleyek e 27 endamên YEyê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di rêkeftina Tirkiye û Swêdê ya ji bo endamtiya NATO de, li gorî daxuyaniya Sekreterê Giştî yê NATO Jenst Stoltenberg, mijara endamtiya YE derbas nabe, lê mijarên rêgiriya terorê derbas dibin ku ew jî ji aliyê Swêdê ve hatine bicîkirin.