PE: Tirkiyê bi zanebûn dawî li proseya endamtiya Yekîtiya Ewropayê anî

05 May 2022 20:35 0 dîtin
PE: Tirkiyê bi zanebûn dawî li proseya endamtiya Yekîtiya Ewropayê anî

PeyamaKurd – Parlamentoya Ewropayê (PE) li ser cezakirina bi girtina heta hetayê ya Osman Kavala û pabend nebûna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi piraniya dengan biryarek wergirt.

Li gorî biryara ku li Parlamentoya Ewropayê hatiye wergirtin tê gotin, Tirkiyê bi pabend nebûna biryarên DMMEyê yên binpêkirinê bi zanebûn proseya endamtiya xwe ya bo Yekîtiya Ewropayê bidawî aniye.

Hat ragihandin ku di civata giştî ya Parlamena Ewropa ya Strasbourgê de, rewşa Osman Kavala hatiye gotûbêjkirin û bi piraniya dengan jî projeyasaya derbarê mijarê de hatiye qebûlkirin.

Di daxuyaniya biryara PEyê de hatiye gotin ku divê Osman Kavala demildest were azad kirin, ji ber ku bi awayekî ne adilane û nerewa hatiye girtin.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku Tirkiye bi vê biryara xwe re proseya endamtiya YEyê bi zanebûn bidawî aniye.