Komîsyona Yekîtiya Ewropayê proseya endamtiya Tirkiyê bi fermî cemidand
PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) proseya endamtiya Tirkiyê bo YEyê ku bi qas 50 salane berdewam dike, cemidan û Tirkiye xist nav lîsteya welatên armanca wê ya ketiya nav Yekîtiya Ewropayê nîne.
Komîsyonê ragihandiye ku wê muzakereyên ligel Tirkiyê dewam nakin, lê wekî berendameke teknîkî wê danûstandin berdewam bike.
Bi vî awayî Tirkiye xistin nav kategoriya welatên cîranên başûrê Ewropayê; Cezayir, Fas, Tunis û Libyayê û dê danûstandin jî li gorî welatên aramanca wan a ketina YEyê nîne werin kirin.
Hat zanîn ku Komîserê YEyê Oliver Varhelyi, li ser mijara cemidandina endamtiya Tirkiyê name ji Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re şandiye û Çavuşoglu jî bertek û nerazîbûn nîşan daye, lê biryara Varhelyi neguhertiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin