Komîsyona Ewropayê pêsniyara berendamtiya Ukraynayê pesend kir
PeyamaKurd - Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, li Brukselê ragihand ku wan pêşnîyara berendamtiya Yekîtiya Ewropayê ya Ukrayna û Moldava pesend kiriye.
Leyen got, "Ukrayna daxwaz û îradeya xwe ya ji bo jiyana li gor nirx û pîvanên Ewropa bi zelalî nîşan daye."
Serokê Ukrayna Volodimir Zelensky li ser Twitterê spasîya von der Leyen û welatên endamên YEyê kir û got: “Ev biryar di rêya endamtîya YE de gava despêkê ye ku bêguman wê serkeftina me nêzîktir bike."
Hêjayî bibîrxistinê ye, Moldova û Gurcistanê jî piştî Ukrayna serlêdana endamtîya YE kiribûn.
Tê çaverêkirin ku serokên welatên YEyê di lutkeya hefteya pêş de pêşnîyara Komîsyona Ewrapa yan berendamtiya Ukraynayê gotûbêj bikin û li ser biryareke fermî bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin