Serokwezîra Îtalyayê: Endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ne di rojevê de ye
PeyamaKurd – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî ku do di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de bi Erdogan re hevdîtin pêk anî, diyar kir, mijara endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê niha di rojeva sereke de nîne.
Serokwezîr Melonî di girtina lûtkeya NATOyê ya li Vilniusa paytextê Lîtvanyayê de daxuyanî da çapemeniya Îtalyayê û pirsên derbarê hevdîtina xwe ya bi Erdogan re jî bersivand.
Rojnamegerekî Erdogan bi bîr xist "endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ji bo erêkirina endamtiya Swêdê ya NATOyê li ser maseyê ye" û "Helwesta hikûmeta Îtalyayê ya ji bo endambûna Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê, li ser mafên jinan ên li Tirkiyeyê û bi giştî mafên mirovan" pirsî.
Melony bersiv da û got:
"Ez difikirim ku ev mijar hîn pir dûr e. Ji bilî helwesta me ku helbet vê yekê wek pêşîn nahesibîne, di nav YE de jî gelek pirsgirêk hene.”
Melonî destnîşan kir, Yekîtiya Ewropayê hê jî li ser pêvajoya berfirehkirina Balkana Rojava dixebite û pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê di şert û mercên niha de ne di rojevê de ye.
Serokwezîra Îtalyayê piştî hevdîtina do bi Erdogan re ragihand, "Berjewendiyên hevpar ên xurtkirina pabendbûnên li başûrê Deryaya Spî, xurtkirina hevkarî û têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin" û herwiha got, "Em ê ji bo aştiyeke adil û mayînde" li Ukraynayê xebatên xwe bidomînin.
Di hevdîtinê de mijara endamtiya Tirkiyeyê ya li Yekîtiya Ewropayê ku Erdogan beriya civîna NATOyê anîbû rojevê, di hevdîtinê de nehat nîqaşkirin bû mijara nûçeyên çapemeniya Îtalyayê.
Çapemeniya Îtalî: MELONI LI DIJÎ ENDAMTIYA TIRKIYÊ YA YEKÎTIYA EWROPAYÊ YE
Rojnameya La Stampa nûçeya hevdîtina Erdogan-Melonî ya îro bi sernavê "Meloniyê ku li dijî endamtiya Enqereyê ya Yekîtiya Ewropayê ye, di hevdîtina xwe ya bi Erdogan re tenê li ser koçberan û terorê axivî."
Herwiha rojnameya La Repubblica jî sernavê "Tirkiye YE dixwaze, Melonî her tim li dijî wê bû" avêt û destnîşan kir, ev rewş di hevdîtina her du lîderan de nerehetiyek çêkiriye. (Çavkanî: BBC Tirkî)

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin