Dadgeha Îtalyayê, di mijara 16 koçberan de li dijî serokwezîra Îtalyayê Meloni biryarê da

19 October 2024 19:34 0 dîtin
Dadgeha Îtalyayê, di mijara 16 koçberan de li dijî serokwezîra Îtalyayê Meloni biryarê da

PeyamaKurd – Di mijara 16 koçberên ku hukumeta Îtalyayê wan paşde şand Arnavutlukê (Albanya), dadgehê biryara xwe da û got ku divê ew 16 kes dagerin Îtalyayê.

Îtalya biryarê dabû ku koçberên ji deryayê rizgar bikin dê wan bişînin Arnavutlukê navenda koçberan û plana wan roja Pêncşema borî destpêkiribû.

Bi biryara dadgeha Îtalyayê, hukumeta Îtalyayê şoqe bû û dadgehê derbê li peymana navbera Îtalya-Arnavutlukê xist. Li ser mijarê, partiya Meloni mijarê di ser medya civakî de şermezar kir û got:

“ Ev sûcê dadgerên ku bûne siyasî û dixwazin sînorê Îtalyayê ji ortê rakin. Em ê îznê nedin vê kiryarê.”

Wezîrê karên navxwe yê Îtalyayê Matteo Piantedosi jî li ser bûyerê daxwuyanî da û got:

“Em ê dosyayê bibin dadgeha temyîzê. Em ê serkeftina bi Arnavutlukê re dewam bikin û dê ev bibe hûqûqa Ewrûpayê. Wê hukumeta Îtalyayê di encamê de 16 kesan bişîne welatên wan Misir û Bangladeşê. 16 koçberen roja Çarşema borî, bi keştiyekî leşkerî me wan ji girava Îtalyayê ji Lampedusayê şandibû lîmana Arnavutlukê ya bi navê Shëngjinê.”

Serokwezîra Îtalyayê Meloni bi hemkara xwe ya Arnavutlukê re bi Edi Rama re li ser koçberan peymanê îmze kiribû. Li gor peymanê; dema koçber ji Afrîka diçin Ewrûpayê, zilamên ku di ava navdewletî de dikevin dest dê li navneda koçberan ya Arnavutlukê bên girtin.

Li gor peymanê; di navendê de, heya 3 hezar zilam dikarin bicîh bikin û jin û zarokên wan an jin û zarok dikarin herin Îtalyayê.