Parlemena Îtalyayê dike Jenosîda li dijî Êzdiyan nas bike

22 February 2025 10:57 0 dîtin
Parlemena Îtalyayê dike Jenosîda li dijî Êzdiyan nas bike

PeyamaKurd – Parlamentera Partiya Demokrat a Îtalyayê Laura Boldrini, ji bo hikûmeta Îtalyayê komkujiyên ku di sala 2014an de li Şengalê di êrîşên çeteyên DAIŞê de pêk anîbû, weke jenosîd bê naskirin, pêşniyarnameyek pêşkêşî parlemana kir.

Boldriniyê di rûniştina duh Înê 21.02.2025an de ji bo parastina pêşniyara xwe di civîna parlamentoyê de tekez kir ku divê di çarçoveya qanûnên navdewletî de di zûtirîn dem de tawanên li dijî Êzidiyan weke jenosîd bên naskirin.

Boldriniyê bi bîr xist ku welatên weke Almanya, Hollanda, Belçîka, Amerîka, Îngilistan, Kanada, Portekîz, Îrlanda, Ermenistan, Fransa û Awkstralyayê sûcên DAIŞişê yên li dijî Êzidiyan, weke jenosîd qebûl dikin û diyar kir ku divê Îtalya jî di vê mijarê de helwêsteke zelal nîşan bide.

Boldriniyê diyar kir ku civaka navneteweyî li hemberî tevkujiya 2014'şan a li dijî Êzidiyan bêdeng ma û ji ber vê yekê destnîşan kir ku bi fermî naskirina vî sûcî pêwîstiya bi edaletê heye.

Laura Boldriniyê da zanîn ku raya giştî ya cîhanê balê dikişîne ser şer û pevçûnên li Xezeyê û Pkraynayê, lê gelek şerên jibîrkirî berdewam dikin û got, “Êzidî gelê ku li dijî gefa cîhanî ya DAIŞê şer kir û rastî qirkirinê hat, her wiha hêjayî baldarî û piştgiriya me ye.”

Di dawiyê de Boldriniyê bang li parlamenê kir ku jenosîda li dijî Êzidiyan nas bike