Almanyayê bi hevkariya 5 welatan li dijî koçberan dest bi tundkirina sînoran kir

10 September 2024 20:02 0 dîtin
Almanyayê bi hevkariya 5 welatan li dijî koçberan dest bi tundkirina sînoran kir

PeyamaKurd – Piştî ku hefteyên borî hikûmeta Almanyayê biryara tundkirina sînoran li hemberî hatina koçberên neyasayî da, hêzên Alman dest bi kontrolên tund ên sînoran kirin.

Hikûmeta Olaf Scholz ragihand ku wan li hemberî koçberiya derqanûnî dest bi kontrolên sînor kirine.

Wezîra Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeser beriya niha li ser tedbîrên nû gotibû, “Em li hemberî koçberiya derqanûnî helwesta xwe ya hişk dewam dikin.”

Hate ragihandin, kontrolên sînoran ên bi hevkariya Fransa, Luksembûrg, Hollanda, Belçîka û Danîmarkayê werin kirin dê 6 mehan dewam bikin.

Kontrolên sînoran niha li sînorên Polonya, Komara Çekê, Awûstûrya û Swîsreyê têne kirin.

Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Alman piştî ku DAIŞê êrîşa li Solîngenê girt ser xwe, tundkirina sînoran da destpêkirin.