Îran û Rûsyayê li ser "hevkariya li dijî cezayan" li hev kirin

06 December 2023 13:59 0 dîtin
Îran û Rûsyayê li ser "hevkariya li dijî cezayan" li hev kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ragihand, wan bi Rûsyayê re li dijî cezayên aborî yên welatên rojavayî peymaneke hevkariyê îmze kirine.

Li gor televizyona dewleta Îranê Ebdullahiyan li Moskovayê ku çûye civîna wezîrên karên derve yên welatên Deryaya Xezerê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ebdullahiyan diyar kir, li cîhanê 26 welatên cîhanê ji aliyê Amerîka yan jî hin welatên rojava ve rastî cezayên aborî yên yekalî tên û wiha got:

"Berî 3 salan Îranê pêşniyara avakirina blok an jî yekîtiyê li gel welatên ku ji aliyê Amerîka yan jî hin welatên rojavayî ve hatibûn dorpêçkirin, kiribû. Di vê mijarê de me bi Rûsyayê re peyman îmze kir."

Wezîrê Îranê bal kişand ser vê yekê ku armanca damezrandina vê yekitiya navborî bêbandorkirina dorpêçan û zêdekirina asta refah û geşepêdana welatên dorpêçkirî ye.