NATO li dijî Rûsyayê tedbîran distîne
PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg got; eger Rûsya heya 2 yê tebaxê egerên peymana hêzên nukleerî ya orte (INF) neyne cî, dê îttîfaq tedbîran bistîne. Stoltenberg di rojên ewil yên civînên wezîrên parastinê yên endamên NATO yê de ragihand ku îhlala peymana INF ê ji aliyê Rûsya de bo wan tehdîda ewlekariyê ye.
Stoltenberg got ku ew ti îşaretekî bo bicîhanîna peymanê nedîtine û ti îşareteka erênî nedaye û divê dinya bo dinyayeka bê INF ê xwe amade bike. Berteka NAT0 yê dê bi pîvan û bo bergiriyê be. Stoltenberg got ku divê Îttîfaq bergiriya xwe, hêza xwe ya erkê biparêze û di civîna wezîrên bergiriyê de her weha behsa ‘şiyanên pêşdebirina tetbîqatan, îstîxbarat, çavdêrî û şiyanên keşfê’ kirine û bo wan tedbîrên ku bên sitendin, li ser wan axifîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin