NATO: Mafê Ûkraynayê heye ku li dijî Rûsyayê çekên dûravêj bikar bîne
PeyamaKurd - Lijneya Leşkerî ya NATOyê duh li Praga paytexta Çekyayê bi serokatiya Amîralê Hezên Deryayî yên Hollandê Rob Bauer civiya.
Rob Bauer piştî civînê ji çapemeniyê re axivî û destnîşan kir ku Ûkrayna dikare li dijî Rûsyayê çekên dûravêj bi kar bîne û got: "Mafê her welatî heye ku hêrişî welatekî ku hêrişî wê dike, bike."
Lijneya Leşkerî ya NATOyê duh li Pragê civiya. Piştî civînê, Amîralê Hêzên Deryayî yên Hollandê Rob Bauer û Serfermandarê Giştî yê Çekyayê Karel Rehka civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Bauer di bersiva pirsa rojnamevanekî ya di derbarê ji alî Ûkraynayê ve li dijî Rûsyayê bikaranîna çekên dûravêj de, Bauer wiha got:
"Li gorî yasayên navneteweyî yên di derbarê şerên çekdarî de, mafê her welatekî heye ku ji bo parastina xwe, hêrişî welatekî ku hêrişî wê dike, bike û ev maf wê rêyê dide ku ew welat, li deverên derveyê axa xwe jî van hêrişan pêk bîne. Ji ber vê yekê; mafê Ûkrayna heye ku di qada leşkerî de hêrişî Rûsyaya ku hêrişî wê dike, bike. Hûn vê yekê dikin ji ber ku hûn dixwazin dijminê ku hêrişî we dike lawaz bikin. Ji ber vê yekê ne tenê bi tîr û kevanan, hun dikarin bi her cure çekan vê hêrişê pêk bînin; xetên lojîstîk, sotemenî û cebilxaneyên ku tên eniyên şer jî di nav de."
Serfermandarê Çekyayê Rehka jî diyar kir ku ew bi Bauer re hevraman in û got, “Li gorî min jî yasayên navneteweyî yên di derbarê şerê çekdarî de, hêrişa Ûkraynayê ya li dijî axa Rûsyayê bi tevahî rewa dikin. Weke Komara Çek, em ti astengî li ser çekên ku em ji Ûkraynayê re dabîn dikin, ferz nakin. Em difikirin ku Ûkrayna bi xwe biryarê bide ka wê wan çekan çawa bikar bîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin