Hizbullah: Mafê me yê bersivdayînê heye, em ê tola xwe hildin
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim, di merasîma bîranîna fermandarê payebilind Haitham Alî Tabatabaî de axivî û peyamên tund dan. Tabatabaî, hefteya borî di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li taxa Haret Hreik a Beyrûtê de hatibû kuştin.
"Em ê demê diyar bikin"
Naîm Qasim ragihand ku mafê wan ê bersivdayînê li dijî van êrîşan parastî ye û got: "Em ê dem û şêwaza tolhildanê bi xwe diyar bikin." Di êrîşa navborî de, ji bilî fermandarê Hizbullahê, 4 kesên din jî mirin û 28 kes jî birîndar bûn.
Piştevaniya Amerîkayê û binpêkirina agirbestê
Qasim îdia kir ku Îsraîl bi piştevaniya îstîxbarata Amerîkayê li qada şer tevdigere û armanc dike ku moralê gel bişikîne, lê tekez kir ku ew ê negihîjin vê armancê.
Li gorî daneyên dawî, tevî agirbesta ku di Mijdara 2024an de hatibû îlankirin, Îsraîlê zêdetirî 10,000 caran sînorên hewayî û bejahî yên Lubnanê binpê kirine. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku ji destpêka agirbestê ve 335 welatî di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin