"Mafê Îranê heye ku ji nav Iraqê Îsraîl bike armanc"

03 November 2024 17:02 0 dîtin
"Mafê Îranê heye ku ji nav Iraqê Îsraîl bike armanc"

PeyamaKurd – Tevgera Nuceba ya Iraqê ragihand ku ji bo bersiva Îsraîlê ew amade ne bi Îranê re hevkariyê bikin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Tevgera Nuceba Haydar El Lamî ji rojnameya El-Ahbar a Lubnanê re axivî û diyar kir ku wan bi Îranê re hevkarî kirine ku êrîşî Îsraîlê bikin.

Haydar El Lamî bi îdiaya ku Îsraîl qada hewayî ya Iraqê derbas kiriye û hiqûqa navneteweyî binpê kiriye jî got, "Tevî ku Iraq û DYA peymana ewlehiyê heye jî, Washingtonê di êrîşa li ser Îranê da alîkariya Îsraîlê kir."

Endamê Mekteba Siyasî ya Tevgera Nuceba Haydar El Lamî diyar kir ku komên Şîe yên li Iraqê jî ji bo piştgiriya aktîf bidin Îranê ku bi talîmata rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî amadekariya êrîşeke berfireh li dijî Îsraîlê dike, dest bi çalakiyan kirine. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mafê Tehranê ye ku ji nava Iraqê Îsraîl bike hedef."

Rayedarê Nuceba diyar kir ku ew ê êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestînin û bi balafirên bêmirov ên pêşketî (ÎHA) lêdana herêmên hestiyar ên Îsraîlê bidomînin.

Lamî îdia kir ku "Pêşiya wan ew e ku êrîşî Îsraîlê û paşê jî êrîşî baregehên Amerîkayê bikin û Îsraîl ji zimanê muzakere û dîplomasiyê fêm nake."