NATO: Mafê Ukrayna heye çekên hevpeymanan li nav erdên Rûsya bikar bîne
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, piştî ku Amerîkayê destûr da Ukraynayê çekên ji hevpeymanan wergirtine li dijî Rûsya di nav erdên wê de jî bikar bîne, li ser mijarê axivî. Serokê Amerîkayê Joe Biden gotibû, wan destûr daye Ukraynayê ku çekên Amerîkayê li nav erdên Rûsyayê bikar bîne.
Stoltenberg jî ragihand, "Ukrayna xwe li hember hovîtiya Rûsyayê ya tunekirinê diparêze. Ukrayna dikare çekên ji welatên hevpeyman wergirtine ji bo lêdana Rûsyayê bikar bîne wekî mafê xweparastina rewa.”
Sekreterê Giştî yê NATOyê li ser pirsa wê bi vê pêngavê re rageşiya li herêmê zêdetir bibe wiha axivî:
“Ya ku şer daye destpêkirin Rûsya ye. Piştî şerê duyem ê cîhanê şerê herî xwînî li Ewropayê dane destpêkirin. Rûsya li nexweşxane, dibistan û navendên danûstandinê dixe. Binesaziya elektrîkê û avê bombebaran dike. Sivîlên ukraynî dikuje. Ukrayna jî xwe li hember vê hovîtiya tunekirinê diparêze. Eşkere bêjim, xweparastina rewa ne bilindkirina rageşiyê ye. Ev mafekî bingehîn ê Peymana Neteweyên Yekbûyî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin