Rusya: Mafê me heye em xwe bi çekên nukleerî biparêzin
PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitriy Medvedev, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku heger Amerîka têkçûna Rusyayê bixwaze, dê cîhan bi şerekî cîhanî re rû bi rû bimîne û di rewşeke wisa de mafê Rusyayê heye ku xwe biparêze.
Dmitriy Medvedev rawestandina beşdarbûna Rusyayê ya li Peymana Nû ya Kêmkirina Çekên Stratejîk (START) a bi Amerîkayê re ku armanca wê astengkirina şiyanên moşekên balîstîk ên navparzemînî ye, nirxand.
Medvedev bal kişand ser wê yekê ku Amerîka li dijî Rusyayê "her cure xerabî" kiriye, gelek çek dane Ukraynayê û hewil dide Rusyayê têk bibe û got, "Lê belê ewlehiya stratejîk mijareke cuda ye. Tu pêwendiya wê bi çarçoveya giştî ya têkiliyên Amerîka û Rusyayê re tuneye.”
Dmitriy Medvedev diyar kir ku nêzîkatiya rêveberiya Washingtonê xeletiyeke mezin e û got, “Ev xeletî ji feraseta serwerî û parêzbendiyê tê. Hemû hêzên maqûl dizanin ku heger Amerîka bixwaze Rusyayê têk bibe, cîhan li ber pevçûneke cîhanî ye. Heger Amerîka bixwaze Rusyayê têk bibe, mafê me heye ku bi her çekî, çekên nukleerî jî di nav de xwe biparêzin.”
Her wiha Medvedev bal kişand ser wê yekê ku Rusya ji ber gavên Amerîka û welatên din ên NATOyê biryara rawestandina beşdarbûna xwe ya STARTê û gotina Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin a ku gotibû, "Li qada şer nikare Rusyayê têk bibe" bi bîr xist û got,
"Ji ber vê yekê me heya niha START a Nû rawestandiye. Bila elîta nerazî ya li Amerîka bifikire ka wan çi kiriye. Werin em li bertekên hêzên navokî yên din ên NATO, Fransa û Brîtanyayê jî temaşe bikin. Hêzên wan ên nukleerî yên stratejîk di amadekirina peymanên di navbera Amerîka û Rusyayê de cih negirtine, niha dema wê ye ku wan têxin nav xwe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin