Lukasenko: Min ji Rusyayê xwest ku çekên nukleerî…
PeyamaKurd- Serokomarê Belarusê Aleksandr Lukaşenko ragihand ku wî ji Rusyayê xwestiye ku çekên nukleerî yên taktîkî li Belarusê bên bicihkirin.
Lukaşenko, di serdana xwe ya herêma Minskê de ku dê di 11 û 12ê Tîrmehê de li Lîtvanyayê civîna NATOyê bê kirin, pirsên rojnamevanan ên derbarê îdiayên ku dibêjin Rusya dê ji bo lûtkeyê çekên nukleerî yên taktîkî li Belarusê bi cih bike û şert û mercên bikaranîna van çekan bersivandin.
Lukaşenko diyar kir ku Rusya di vî warî de hewil nade tiştekî bike û got ku ji bo garantîkirina ewlehiya welêt, wî ji Rusyayê xwestiye ku bilez çekên atomî yên taktîkî bi cih bike.
Serokomarê Belarusê, li ser vê mijarê axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Pêşî min ji Vladimir Putin (Serokê Dewleta Rusyayê) tika kir. Paşê min jê bi daxwazeke dostane û bi israr xwest ku çekên nukleerî yên taktîkî bide me, ne yên stratejîk."
Lukaşenko bal kişand ku ew niha hewce nabînin ku çekên nukleerî yên stratejîk li welêt werin bicihkirin û diyar kir ku ji bo van çekan hîn jî qadên pêwîst amade dikin.
Aleksandr Lukaşenko amaje kir ku Rusyayê bicîkirina çekên nukleerî li ser wî ferz nekiriye û dupat kir ku ew daxwaza van çekan dikin û got,
“Li cîhanê kesî bi hêza nukleerî şer nekiriye û ez naxwazim b ime re şer bikin. Gefeke wisa heye? Belê, heye. Divê ez pêşî li vê gefê bigirim. Hema bibêje tu kes naxwaze şerê welatekî ku xwedî çekên wiha be. Ev çekên pêşîlêgirtinê ne. Helbet ez dixwazim ji rewşên ku divê bên bikaranîn dûr bixim, lê heger êrîşek li dijî me çêbibe, dê bi tu awayî dudilî çênebe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin