Koma Wagnerê, çekên giran radestî Rusyayê kirin

13 July 2023 17:00 0 dîtin
Koma Wagnerê, çekên giran radestî Rusyayê kirin

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve hat ragihandin ku Koma Wagnerê zêdetirî 2000 kel û pelên leşkerî radestî artêşa Rusyayê kirin û proseya veguhestinê ber bi qedandinê ve diçe.

Li gorî daxuyaniyê, Wagnerê zêdetirî 2000 alavên leşkerî radestî envantera leşkerî ya Rusyayê kirine û li gorî wezaretê pêvajoya veguheztinê "li gorî plansaziyê" bi pêş dikeve û ber bi qedandinê ve diçe.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di envanterê de bi sedan parçeyên çekên giran hene, di nav de tankên şer ên sereke, pergalên havêtina rokêtan ên pirjimar, topên û pergalên dijî balafiran û maşînên din ên şer hene.