Li Diyarbekirê bi çekên giran êrîsê otomobîlê hat kirin: 6 birîndar
PeyamaKurd – Li ser rêya Diyarbekir-Çewlikê (Bingöl) di km. ya 28an de otomobîla ku di rêya xwe de diçû, seet di 21.00ê 5ê Temmûzê de, ji otomobîlekî dinê, bi çekên giran êrîş kirinê û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Di nav birîndaran de 3 kes rewşa wan xerab e.
Navê ajotvanê otomobîlê nehat zanîn lê ji erebeyekî dinê bi çekên giran lê xistine. Cendirme ketine pey kesên ku êrîş kirina da wan desteser bikin.
Li ser gilîkirinê, tîmên cendrimeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxanên Amedê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin