Bi çekên giran û sivik êrîsê birin ser baregeha Amerîkayê ya li Ayn Al Esadê

23 November 2023 23:38 0 dîtin
Bi çekên giran û sivik êrîsê birin ser baregeha Amerîkayê ya li Ayn Al Esadê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi çeken giran û sivik êrîşê birine ser baregeha Amerîkayê ya leşkerî ya li bajarê Anbarê ya bi navê Ayn Al Esadê. Êrîş ji terefê grûba Şîa ya bi ser Îranê ve ku navê wê Berxwedana Îslamiye de hat kirin.

Li gor ragihandina grûba Zafirin ya bi ser grûba Berxwedana Îslamî ya grûba Şî’a;ew êrîşê baregeha li Anbarê kirine lê heya niha ji Amerîkayê daxwuyanî nehat dayîn.

Zafirin bi li barûyên çavdêriyê yên baregehê ku ciyê nobedaraye bi RPGê lê xistine û paşî di navbera her dû terefan de şerê bi çeken sivik derketiye. Di şer de kesekî ji grûba Zafirin miriye û dibêjin ku di nav leşkerên Amerîka de mirî û birîndar hene.