Îstîxbarat: Rusyayê, kestiyên noqav bi çekên nukleerî dagirtin
PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Norwêcê îdia kir ku keştiyên şer ên li Komkeştiya Bakur a Hêza Deryayî ya Rusyayê, piştî 30 salan cara yekemîn e ku bi çekên nukleerî yên taktîkî tên dagirtin.
Di raporta salane ya bi navê Fokus 2023 de ku Wezareta Berevaniya Norwecê bi agahiya ku ji aliyê îstîxbarata leşkerî ya Norwêcê ve hatiye amadekirin de hat îdiakirin ku beşeke girîng a kapasîteya çekên nukleerî yên taktîkî yên Rusyayê, li keştiyên şer ên Komkeştiya Bakur hatiye bikaranîn.
Di raporta hat weşandin de hat gotin ku “Ji bo Rusyayê ku kapasîteya şer a konvansiyonel lawaz bûye, girîngiya çekên nukleerî gelekî zêde bûye. Hat destnîşankirin ku ev rewş ji bo welatên NATOyê xeteriyeke ku nayê înkarkirin e.
Her wiha hat zanîn ku keştiyên Komkeştiya Bakur ku navenda wan li Severomorskê ya navçeya Murmanskê ye, di şerê sar ê dawî de bi çekên nukleerî hatine bicihkirin.
Ji bilî van, di raportê de hat îdiakirin ku hêzên deryayî yên Rusyayê çekên li dijî satelîtê, nermalava êrîşa sîber û amûrên sabotekirina binesaziyên binê avê hene.
Malpera nûçeyan a Norwêcê Barents Observer di sala 2017an de di nûçeya xwe de îdia kiribû ku depoyên çekên nukleerî yên Rusyayê li 5 xalên cuda yên Kola Kolayê ku baregehên Komkeştiya Bakur lê ne, hatine dîtin. Di raporta Focusê de di derbarê vê de tu agahî nehat parvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin