Almanya ji bo hilberîna kestiyên noqavê bi Hindistanê re lihev kir
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Almanya Boris Pistorius di seredana xwe ya ji bo Hindistanê de, ji bo hilberîna keştiyên noqavê bi Hindistanê re li hev kir û zebta lihevkirinê îmze kir. Wê şîrketa Almanya ya bi navê ThyssenKrupp ku hesinê pola hildiberîne û şîrketa Hindistanê Mazagon ji bo hilberîna 6 keştiyan wê bi hevre bixebitin lê hukumeta Hindistanê hêj ji bo ortaxiyê biryarê nedaye. Pistorius li ser îmzekirina zebta lihevkirinê weha got:
“Bi vêya re me îro îşaretekî girîng da. Em dikarin bêjin ku ji bo teknolojiyê tiştekî gelek girînge.”
Şîrketa ThyssenKruppê jî ragihand ku eger sîparîş bê dayîn, ji bilî avakirina keştiyan û plankirina wan, wê şêwirmendiya wan bike. Şîrketa Mazagonê jî wê ji avakirin û teslîmatê berpirs be. Di ragihandinê de hat gotin ku wê çêkirina keştiyan li Hindistanê çêbibe û wê ji bo hilberîna cîh bibe destek ji bo Hindistanê.
6 keştiyên noqavê wê ji bo artêşa Hindistanê bi 5 milyar dolarî bibe mal.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin