Dadgeha Almanya qedexeyê danî ser firotin û hilberîna Fordê

22 May 2022 00:26 0 dîtin
Dadgeha Almanya qedexeyê danî ser firotin û hilberîna Fordê

PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa Sputnikê; dadgeha herêmê ya Munîh a Almanya, şîrketa Japonya ya ku patenta lîsans dike ya bi navê IP Bridge, dozê vekiribû an ku li ser navê 8 xwediyên patentan ku xwediyê 4G mobîlê ne, seredana dadgehê kiribû û dadgeh îro biryara xwe da.

Dadgehê got eger Ford bi xwediyê patentan re lihev neke, wê nikaribe li Almanya otomobîlan bifroşe û hilberîna wan bike. Ford, eger bi fîrmayê re lihev neke, dikare biryarê temyîz bike û eger neke wê di 2 hefteyan de biryar tetbîq bibe.

Ford a ku navenda wê Amerîkaye û hilberînere, li ser mijarê got ku ji bo demekî dirêj ji bo tora (LTE) ê lîsanskirina patenta bingehîn ya wan heye. Di daxwuyaniya Ford ê de hat gotin ku heya niha biryara dadgehê negihaye destê wan û niha nikarin ti şiroveyan bikin.

Li dijî hilberînerê otomobîlên Volkswagenê jî bi sedema îhlala patentê şîrketa IP Bridge li heman dadgehê doz hatibû vekirin. Volkswagen patenta lîsansê kirîbû dozê betal kiribû.