Îngiltere û Almanya ji bo hilberîna muhîmmatên tankên pêskeftî wê bi hevre bixebitin
PeyamaKurd – Îngîltere û Almanya ji bo muhîmmatên tênkên pêşkeftî yên ku zirxan qul dikin, dê bi hev re bixebitin. Wezareta bergiriyê ya Îngîltere ragihand ku wê artêşa her dû welatan ji bo muhîmmatên tênkên pêşkeftî yên ku zirxan qul dikin, dê bi hev re bixebitin û welatên din jî dikarin bi wan re hevpariyê bikin.
Wezîrê bergiriyê Îngîltere ragihand Ben Wallace got ku ji bo şiyanên artêşa Îngîltere zêde bikin, wê gelek dilxweş be ku bi Almanya re bixebite. Wallace weha dewam kir:
“Muhîmmatên ku standardîze hatine kirin, wê ne tenê bi piraniya hevkarên me yên NAT0 re di seha şer de fêde bidin, wê bibe potansiyela girîng ya îxracata sanayiya bergiriyê ya Îngîlîz û Almanya.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin